Kurmanji John

/1 Destpeke de Kelam hebu. Kelam tev Xude bu u Kelam Xude bu. Ew destpeke de tev Xude 
bu.  Her tist bi navbertiya we cebu, qet tistek ji be we cenebu. Heyat We de bu u heyat 
ronahiya insanan bu. Ronahi li tariye de sewle dide u tariye Ew fehm nekir, (bindest 
nekir). Mirove ku aliye Xude'de hate sandin, Yehya (peyxamber) derket meydane. Ev 
zilam ji bo sehadet kirine hat; da ji ronahiye re sehadeti bikirana u herkes bi deste 
wi iman bikirana. Ew bi xwe ne ronahi bu, lebele wi derbare Nure de sehadeti kir u ji 
bo ve yeke ew hate dine. Le Nur'a hati dine ya ku her insani ronahi dike Nur'a heqiqi 
hebu. Ew dine de bu u dine bi Wi hate hebune, feqet dine Ew nas nekir. Ew hat cem yen 
xwe, feqet xelke wi, (gele wi) Ew qebul nekir. Encax ew kese ku iman bi Nave Wi anin 
u Ew qebul kirin, Wi heq da wan hemuyan ku ew bibin zaroken Xude. Ew kes ne ji xwine, 
ne ji irada bedene u ne ji bi daxwaza insenin; encax ew ji Xude welidin. Kelam bu 
insan u li nav me'de jiyin kir. Me ji tijibuna Wi ya bimbarek, merhemet u rasti ya 
Bav (yane ya Xude) u me bilindtiriya Lawe Xude ye tene dit. (Hezrete) Yehya bo Wi 
sehadeti kir, gazi kir u wisa got: Ewe ku du min re te, ji min mezintir, bilindtir e. 
Ji ber ku Ew ji beri min hebu, u ye ku min behsa Wi kir Ev e. Me hemuyan ji tijibuna 
Wi de merhemet li ser merhemete girt. Seriat bi deste (Hezrete) Musa hate dayine, 
feqet litif, u heqiqet bi deste Isa Mesih hate dayine. Qet insaneki tu caran Xude 
neditiye. Feqet Lawe Wi'ye delal ye ku bi Xwe ji Xude'ye u hemeza Xude'de ye, Wi Xude 
daye nas kirin e. 

Dema ku, Yahudiyan ji Qudsa Serif xeberci sandin ba Yehya je pirskirin u gotin, tu ki yi? We caxe Yehya wisa sehadeti kir, wi askire qise kir u inkar nekir, Ez Mesih ninim got. We caxe wan got, Le tu ki yi? Tu Ilyas i? Yehya got, Na. Wan got, Tu Ew Peyxamber i? Wi got, Na. We caxe siyandiyan, (xeberciyan) gotin ku, Ma naxwe tu ki yi? Ji me re bibeje ku em xebere bidin yen ku em sandine. Tu ji bo xwe ci dibeji? Yehya (peyxamber) got ez ew dengim, ewe ku mina, Yesaya (peyxamber) dibeje re'ya Xudan rast, (duz) bikin, ew denge ku cole de bo wi bang dike. Hin kesen Ferisiyan ji Yehya're gotin, Tu Mesih nini, Ilyas nini u ew Peyxamber ji nini, cima tu vaftiz diki? Yehya (peyxamber) wan re wisa got: Ez bi ave vaftiz dikim, feqet li nav we de yeki din heye, ye ku hun nas nakin. Ye ku li du min re hat, Ew e. Ez laiq ninim ku bende carixe Wi vebikim. Vana Hemu aliye bajare Seriay li Betanye'de, suna ku Yehya (peyxamber) vaftiz kiribu li we dere hatin cebune.

Rojek are de derbaz bu, Yehya (peyxamber) dit ku Isa ber bi wi hat u wi wisa got: Meze, Berxe Xude ye ku gunehen dine ji orte heltine! Yehya bo xwe got, li du min re yeki din te, Ew ji min hejatir e. Ji ber ku ye min gote Ew ji beri min hebu ev Ew e, (yane Isa'ye). Min Ew nas ne dikir, feqet bona ku Israil Wi nas bike min bi ave vaftiz kir u hatim. Yehya (peyxamber) sehadeta xwe wisa domand (dewam) kir: Min dit ku Rih'e bimbarek ji jor'de mina gogercineke hate xwar u ser Isa Mesih sekini. Min Ew nas ne dikir. Feqet ye ku ez sandim ku bi ave vaftiz bikim, Wi got ku Rih'e bimbarek li ser ki dayne u bisekine, ye ku bi Rih'e bimbarek vaftiz bike, Ew e. Min ji dit u sehadeti kir u got, Lawe Xude Ev e.

Dortira roje Yehya peyxamber disa li tev du sagirte xwe bu. Isa li we dere're derbaz bu, Yehya meze Isa kir u got, Meze Berxe Xude! Dema ku wan du sagirtan ev gotine bihistin, ew li du Isa cun. Isa dema ku vegeriya, dit ku ew li du wi ten. Isa ji wan pirsi u got, Hun li ci digerin? Wan ji ji Isa re got: Tu li kudere rudini Xudan? (yane Rebbi) Mana Xudan, Mamoste ye. Isa yi wan re wisa got, Werin u bibinin. Ew li tev Isa cun u suna ku Isa rudinist ditin u we roje ba Isa man. Saet wi caxe car bu. Ye ku denge Yehya (peyxamber) bihistin u li du Isa cun, ew yek biraye Simon Petrus, Andreya bu. Andreya beri biraye xwe Simon dit u je re got, Me Mesih dit. (Mana Mesih mesh kirin e.) Andreya biray xwe bir cem Isa. Isa meze wi kir, ji wi re got, Tu lawe Yuhenna Simon i. Du ve roje re nave te Kifas e. (Mana Kifas zinar e.) Dortira roje Isa niyet kir ku, bice bajare Celile. Wi mirovek dit nave wi Filipus bu u Isa, Filipus re got, Li du min were. Filipus ji bajare Andreya u Petrus bu ji bajare Betseyda. Filipus Natanyel dit u je re got, Ewe ku Musa (peyxamber) derbare wi de nivisiye Seriate de u ye ku peyxamberan ji behsa wi kirine, Lawe Usiv, Isa'y Nisreti me dit. Natanyel, ji Filipus pirs kir u got: Ji bajare Nisrete tisteke rind, (qenc) derdikeve? Filipus got, Were u bibin e. Isa, dit ku Natanyel ber bi Wi hat, we caxe ji bo wi wisa got, Meze, Israil ke heqiqi! Li dile wi de hile tune. Natanyel got, Tu min ji ku nas diki? Isa, got: Wexta ku Filipus he bang te nekiribu, min tu bin dara hejire de diti. Natanyel got, Xudan, tu Lawe Xude u padisahe Israil'i! Isa je re got, Bona ku min ji te're got min tu bin dara hejire de diti, tu iman diki? Te he ji van tistana girtir u mezintir tist bibini. Isa got, Ez we re bi rasti bi rasti dibejim, ezman vedibe u Milyaketen Xude, li ser Lawe insan de bilind dibin u tene xwar; hun ji wi bibinin. (Mana Lawe insan, Isa Mesih'e.)

/2

free web site hit counter